Sereke

Rojava sanksîyayên ŞAY-ye dijî komên piştgirên Tirkîyayê silav dike

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk û şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîk, sanksîyayên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye dijî komên piştgirên Tirkîyayêye li Sûrîyayê silav dike, yên ku nava kuştina jina kurde sîyasetmedar da tên gunehkarkirinê.

Serokatîyê piştgirîya qirara wezîreta ŞAY-ye fînansa kirîye û bangî civaka navnetewî, teşkîltên mafparêz kirîye ku hukumî li ser teşkîletên vî cûreyî û piştgirên van xirabkarîya bikin.

Wezîreta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye fînansa sanksîya danîne dijî koma çekdaraye «Ahrar Aş Şerqî»-yê, ya ku nava kuştina jina kurde sîyasetmetdar da, Hevrîn Xelefê, tê gunehkarkirinê. Du lîdêrên wan jî hatine cezakirinê bona wê yekê, wekî wana dijî binelîyên edil xirabkarî kirine. Xelef sêkrêtara partîya «Pêşeroj Sûrîya»-yê bû.

Ev qirar usa jî girêdayîye  wê raportêra, ya ku Tirkîyayêva girêdayî bûye, ya derheqa «Kirîn-frotana merivava», ya ku li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hatibû belavkirinê. Raportêda hatibû dîyarkirinê, wekî Tirkîya dikeve nava wan welata, yên ku zarokên leşkera didine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button