SerekeSîyasî

Sîyasîzan: Beku berbi qayîlnivîsarê dicedîne, ya ku wê îzinê bide ku ew elamke, wekî li Qerebagê şer ser hevda hatîye

Ew çi ku niha li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê diqewime, dew-doz li ser întênsîvîya nimize. Ew yek ji destpêka salên 2OOO-da hebû, hetanî sala derbazbûyî.

Derheqa wê yekêda, serokê înstîtûta Qafqasîyayê Alêksandr Îskandaryanê sîyasîzan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî wî çaxî sînor yên başqe bûn.

Feqet, bi gotina sîyasîzan, ew bûyar badîhewa nîbû, çimkî stratêcîya û meremê Adirbêcanêyî konkrêt heye.Bi gotina Îskandaryan, li Bekûyê dixwezin ku başûrê Ermenîstanêra rîya hesinî  derbazbe, li ser kîjanê çûyîn-hatinê nesekine.Ew rê wê bighîje Tirkîyayê jî. Ew usa jî dixwezin wekî ew rê ji alîyê ermenîyada neyê kontrolkirinê.

Ya duem: Adirbêcan dicêribîne bighîje îmzekirina qayîlnivîsarê, bona ku serokatîya vî welatî bikaribe naskirina sînorên Adirbêcanê û naskirina Qerebagêye nava Adirbêcanêda li ber civakê bê rabekirinê»,-pêşezan gotîye.Bi gotina wî, Beku dixweze qayîlnivîsara usa bistîne, ya ku wê îzinê bide wan ku ew elamkin, wekî şerê Qerebagê ser hevda hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button