Sereke

Admînîstrasîya serokê Kurdistanê kuştina malbeta kurde li Tirkîyayê gunehkar kirîye

Admînîstrasîya serokê Kurdistanê kuştina malbeta kurde li Tirkîyayê gunehkar kirîye. Em bêjin, wekî êvara înîyê li Konyayê, li başûrê Tirkîyayê, komeke merivên neeyan ketine mala malbeteke kurde li wir, li kîderê çar mêr û  sê jin kuştine.

“Em wê êrîşa li ser malbeta kurde li Tirkîyayê gunehkar dikin, û em bi fikir û duayên xwe tevî malbetê û qewimên wanin”,- nava elametîya admînîstrasîya serokê Kurdistanêda hatîye gotinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî mîyasekirên wê xirakbarîyê gerekê li ber cabdarîyê bêne sekinandinê.

Advokatê wê malbetê elamî “Kurdistan 24”-ê kirîye, wekî ew êrîş piştî wê yekê qewimîye, dema ku ew ji hebsê aza berdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button