Sereke

Hema bi vê kontêkstê jî gerekê girîngîya rîya Mêgrîyêye bona Adirbêcanê lê binihêrin:sîyasîzan

Bernama Îranêye atomî bi kardarî pêşda diçe û pêşeroja nêzîkda ewê li ber çevabe. Bona teribandina wê progiramê, tenê şerê mezin dimîne.Derheqa wê yekêda sîaysîzan Stêpan Danîyêlyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.

“Gelo kê wê dijî Îranê şerke. Tê bêjî bersiva vê pirsê eyane: Tirkîya û Adirbêcan. Nava vê kontêkstêda gerekê fikira tifaqa Tirkîyayê û Adirbêcanêye leşkerî lê binihêrin, nava wêda usa jî telîmên wane tevayî û destanîna sîliha.

Zelale, wekî yektîya London- Enqere-Bekû-Têl-Avîv dijî Îranê dişuxule. Azêrîyên li Îranê û erebên Xûzîstanê wê dijî Îranê bêne xebitandinê, lê Îranê jî sirîya xweda kurdên Tirkîyayê bide aktîvkirinê, çawa ku wana wextê şerê dijî Îraqê ew yek kir.

Kîjan welat wê bibine tifaqdarên Îranê? Derheqa Pakîstanêda pirs hene, bi hesabhildana pêwandîyên wêye tevî Çînistanê. Çînistan û Rûsîya bawar nekî raste-rast piştgirîyê bidine Îranê, lê cûrekî mayîn tê bêjî ewê wê yekê bikin.

 Bi kîjan rêyê Tirkîyayê esker û leşkera bide Adirbêcanê? Hema bi vê kontêkstê jî gerekê girîngîya rîya Mêgrîyê lê binihêrin.Ew yek jî zelale, wekî prsa bernama Îranêye atomî vê yekê dide lezêxistinê.

Borcdarîya hukumatêye ku bona ssênarên cûre-cûre bernama çêke û sîyaîsya anegor mîyaserke.Pirsa me ewe, ku ji wî şerî dûr bimînin”,-sîyasîzan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button