Sereke
Lîlît Makûns çawa bayloza Ermenîstanêye li ŞAY hatîye kifşkirinê
Anegorî emirnivîsara serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan, Lîlît Makûns çawa bayloza Ermenîstanêye li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hatîye kifşkirinê.
«Li ser hîmê pêşnîyara serekwezîr, anegorî xala Konstîtûsîyayêye 132-a, Lîlît Makûns bi wedê çar sala, çawa bayloza Ermenîstanêye li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hatîye kifşkirinê»,- nava emirnivîsara serokkomarê Ermenîstanêda hatîye gotinê.