Sereke

Mesûd Barzanî eyda êzdîyaye Çilê Havînê pîroz kirîye

Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî cejina êzdîyaye Çilê Havînê pîroz kirîye.

“Ez hêvîdarim, wekî ev bûyar wê bona hemû êzdîya bibe destpêka xweşbextîyê, bi taybetî li Kurdistanê, û ewê wan zêrandina qenc bike, yên ku bi destê têrorîzmê gihîştine wan”,- nava elametîya lîdêrê kurd da hatîye gotinê.

Pêşda, hema wê rojê jî, serekwezîr Mesrûr Barzanî û serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi elametîyên xweva êzdî pîroz kirine û ew yek îzbat kirine, wekî gerekê cedandina nehêvişînin bona ku piştgirîyê bidine paşdahatina wan êzdîya, yên ku hê li qampa dijîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button