Sereke

Girêdayî pirsa cîhwarkirina sînorxweykirên rûsra gotûbêjkirin berdewam dibin:Rûbînyan

Girêdayî pirsa cîhwarkirina sînorxweykirên rûsra, li ser sînorên ermenîya-azêrîya, gotûbêjkirin berdewam dibin.Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, parlamêntvanê ji fraksîya «Peymana sîvîl», cîgirê serokê parlamêntê Rûbên Rûbînyan gotîye.

«Gotûbêjkirin berdewam dibin û ez  niha tu tiştekî nû nikarim bêjim»,- Rûbînyan gotîye û serda zêde kirîye, ku heger tiştekî nû hebe, civakê derheqa wê yekêda bizanibe.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî wextê civîna  şêwira bêqezîyabûnêye çend meh pêşda, ew pirs dikete nava wê kontêkstê.

Bi xeberdana derheqa wê yekêda, ku gelo Ermenîstanê berbirî şêwira Organîzeya Netewên Yekbûîye Bêqezîabûnê bibe , yan na, ewî bîr anîye wekî nava wê sîstêmêda qirar bi konsêsûsê tên qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button