HDP: Tirkîya gerekê komkujya êzdîya naske û agrêsîyayê bide sekinandinê
Endama komîsîya HDP-ye pirsên mileta û ayîn dîn Tûlay Xatmogûlarîyê, girêdayî salvegera hevtemînra, ya komkujîya êzdîyara, bi elametîyêva pêşda hatîye, nava kîjanêda bangî Tirkîyayê kirîye ku ew vê komkujîyê naske û ji sîyasîya agrêsîv paşda bisekine. Ewê daye dîyarkirinê,wekî endamên DAÎŞ-ê nêzîkî 5OOO êzdî kuştine, nava wanda jin, zarok, kal û pîr. Bi hezara meriv hatine dîlhildanê û bi seda hezara bêmal mane, bi hezara jin û zarok jî hatine revandinê.Endama HDP-ê usa jî derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê,wekî 15-ê hezîrana sala 2O16-a, Organîzeya Netewên Yekbûyî derheqa wê komkujîyêda daye dîyarkirinê. Ji navê HDP-ê ewê gotîye,wekî ew piştgirîyê didine êzdîya, yên ku hatine qetilkirinê, û bi hurmet nêzîkî bîranîna cangorîya dibin. Ewê daye dîyarkirinê, wekî temamîya merivatîyê gerekê dijî komkujîyê şerkarîyê bike.