Sereke

Baydên Paşînyan pîroz kirîye û hazirî elam kirîye,wekî ewê nava pirsa paşdavegerandina dîlada cedandina brdewam bike

Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bona serkeftina nava hilbijartinada û sazbûna hukumata nû ew pîroz kirîye.
Nava pîrozbahîyêda Baydên daye dîyarkirinê, wekî derbazkirina hilbijartinên heq û zelal, xwestina cimeta ermenî dide kifşê, ku ew dixweze diha dêmokratîk, heq û pêşkfetîbe, ya ku ji ruşetxwerinê dûre. «Nava van sê salên dawîda Ermenîstan nava van govekada pêş ketîye. ŞAY şaye ku nava van cedandinada piştgirîyê bide. Emê dîsa çawa hevalkarê aminbin bona gihîştina wan merema»,- Baydên gotîye.
Ewî daye dîyarkirnê, wekî pirsgirêkên giran rûyê şerê Qerebagêyî sala 2O2O-da pêşda hatine.
«ŞAY wê piştgirîyê bide cedandinên koma Mînskê. Em berbirî Ermenîstanê û Adirbêcanê dibin ku zû tevî hevraxeberdanabin.
Ştatên Yekbûyî şaye ku piştgirîyê dide cedandinên bona azaberdana dîlên ermenî û em dîsa bang dikin ku hemû dîla paşda vegerînin»,-Baydên gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button