Sereke

Mêrkêlê Paşînyan pîroz kirîye: Almanîyayê piştgirîyê bide cedandinên koma Mînskêye helkirina pirsgirêka Qerebagê

Kanslêra Almanîyayê Angêla Mêrkêlê Nîkol Paşînyan bona wê yekê pîroz kirîye, wekî ew careke mayîn qulixa serekwezîrê Ermenîstnêda hatîye kifşkirinê.

«Birêz serekwezîr,

Ez bi dil We pîroz dikim. Hûn mandata xweye nû nava wedê pirsgirêkên mezinda destpê dikin. Nexweşîya koronavîrûsê kirinên başqe dixweze.

Almanîya hazire vir wada jî piştgirîyê bide Komara Ermenîstanê, çawa hevalkara bi guman, ya li ser rîya werguhastina. Hukumata Almanîyayê wê usa jî piştgirîya hindava cedandinên koma Mînskêye bona helkirina pirsgirêka Qerebagê berdewam bike.

Ez bo We açixîya nava karê Weda dixwezim».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button