Sereke

Gelo agirê li Tirkîyayê wê bighîje Ermenîstanê?

Şerkarîya dijî agirpêketinên mêşaye li Tirkîyayê tu encama nade. Agir gihîştîye stansîya ênêrgîya êlêktrîkîye nêzîkî behra Sipî, ya ku bi komirê dixebite û bona Tirkîyayê ji alîyê stratêcîda gelekî girînge.

Bi fikira pêşezanê leşkerî Karên  Hovhannîsyan, agirpêketin bi xwe destpê nebûne. Bi gotina wî, merem ewe ku li Tirkîyayê atmosifêra dijî serokatîya Êrdogan sazbe, zyan bighîje êkonomîkayê û pêra jî sîstêmên welête ênêrcîya êlêktrîkî bên hedefkirinê. Li Tirkîyayê dicêribînin bidine zelalkirinê ku kî nava vê yekêda gunehkare.CNN TÜRK–ê elam kirîye, wekî polîsîyayê îdî du tûrîstên rûs girtine, yên ku li Antalîyayê digerîyan. Ew nava teşkîlkirina agirpêketinên mêşada bin şikberîyêdanin:

“Ew yek girîng nîne ku kê dişewitîne. Tiştê girîng ewe, kê wê yekê teşkîl dike. Ez difikirim, wekî lîstikçî welatên başeqene, lê ewên ku dişewitînin diqewime ji miletên cuda-cudabin, lê teşkîldar welatên lîstikçîne”, -Karên Hovhannîsyan gotîye.

Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî diqewime ew agir bighîje Ermenîstanê jî.Bi gotina wî niha agir li başûr û başûr-rohilatê Tirkîyayê belav dibe û rîsk heye wekî ew agir bighîje Ermenîstanê jî.

Seroka teşkîleta “Mêşên Ermenîstanê” Nazêlî Vardanyanê gotîye, wekî ew qezîya wî cûreyî nabîne.Ew dibêje wekî li temamîya dinîyayê ew yek belavbûyîye.Ewê daye dîyarkirinê wekî qezîya agirpêketinê heye, lê ew ji der nîne, dikare hundurê welêtda biqewime.Ewê usa jî serda zêde kirîye,wekî ew rîska wî cûreyî nabîne û ew nizane ku ew fikir ji kîderê hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button