Sereke
Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê emir kirîye, ku wan leşkerên azêrî tunekin, yên ku bicêribînin sînorê Ermenîstanê biteribînin
Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Arşak Karapêtyan, wextê civîna li kolêgîya li rex, emir kirîye ku wan leşkerên azêrî tunekin, yên ku bicêrbînin sînorê Ermenîstanê biteribînin.
Armênprêssê ragîhandîye, wekî wezîrê parastinê Arşak Karapêtyan bi cûrê berk emir kirîye ku agirkin, heger leşkerên azêrî sînorê Ermenîstanê biteribînin.Ewî usa jî eşaretî daye wekî ew fermandarê bêne cezakirinê, heger li ser têrîtorîyayên bin kontrola wanda hema santîmêtrekê jî pêşda bên.