Sereke

“Yektîya civakên Kurdistanê”: rûyê agirpêketinada li henk nehîyên Tirkîyayê dijî kurda nêçîr destpê bûye

Gotinên derheqa wê yekêda,  wekî li Tirkîyayê agirpêketin kurda teşkîl kirine, derewin û ew yek buxdane.Derheqa wê yekêda nava elametîya teşkîleta “Yektîya civakên Kurdistanê”-da hatîye gotinê.

”Tirkîya hatîye rexnekirinê, wekî wededa dijî van agirpêketina gav nehatine avîtinê.Usa jî gunehkarkirin hebûne, wekî agirpêketin bona stendina karê nehatine pêşîgirtinê. Nava vî halîda hêzên dijî kurda, yên ku dixwezin di navbera miletada dijminatîyê pêşda bînin, elametîyên provokasîyon kirine ku kurda ew yek kirîye. Bo wê yekê jî li hinek nehîya dijî kurda wa gotî nêçîr destpê bûye”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button