Dijmin gerekê tu cara nefikire, wekî wê bikeve topraxa me:Arşak Karapêtyan
Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Arşak Karapêtyan fermandarê nû Alêksandr Sakanyan raberî pareskera kirîye. Wezîr emekê Sakanyane nava eskerçêkirinê û karê parastina welêtda bilind qîmet kirîye û elam kirîye, wekî pareskerê bi fermandarîya merivê tezekifşkirî wê hemû pirsên pêşîya xwe dianî helke.
Karapêtyanê wezîr bi wê yekêva tevayî emir kirîye, ku hemû cêribandinên dijmine teribandina sînora bidine sekinandinê.
«Dijmin gerekê nefikire ku dikare bikeve erdê me. Ew yek pirsa weye. Bona wê yekê hemû mafên we hene ku hemû mecala bidine xebatê bona ku sînorên me biparêzin. Bi wê yekêva tevayî, em naxwezin sertbûn jî hebin, lê heger bicêribînin bikevine têrîtorîya me, ez emir dikim ku hemû mecala bidine xebatê bona ku meremên wan negihîjine açixîyê»,- wezîr gotîye.