Sereke

Duh behseke nebixêrîyê ji Qazaxstanê gihîşte me

Em pê hesîyan, wekî rohilatnas, kurdnas, rexnekirê wêjeyê, doktorê zanistên fîlolocîyê, profêsor, akadêmîkê akadêmîya Qazaxstanêye zanistî û serokê yektîya kurdên Qazaxstanê Kinyazê Îbrahîm çûye ber dilovanîya Xwedê.

Kinyazê Îbrahîm 1-ê gulana sala 1947-a li nehîya Ermenîstanêye Masîsê ji dayîk bûye.Ew salên dirêj di ûnîvêrsîtêya dewletêye pêdagogî, ya ser navê Xaçatûr Abovyanda xebitîye. Di dawîya sala 1993-a ew cîguhastî Qazaxstanê bûye. Li ûnîvêrsîtêya Abayê, li Alma Atayê ewî serkarîya beşa zimanên cîhanê kirîye.Nava wedê derbazbûyîda ewî dîsêrtasîya xweyî kirîye û navê doktorê zanistên fîlolocî û paşê jî navê profêsorîyê stendîye.

Nava salên derbazbûyîda xebata wîye wek xudanê nivîsara, wek rexnegir û wargerê xebatên wêjeyî, ber çeva bûye. Ew rêdaktorê almanaxa “Ermenîstana wêjeyî” bûye. Kinyazê Îbrahîm endamê yektîya nivîskarên Ermenîstanê, lê paşê sala 1985-a jî bûye endamê yektîya nivîskarên sovyêtê .Sala 1991-ê, li Qazaxstanê wî wek serokê kafêdira fîlolocîya rohilatê hildibijêrin.

Ewî usa jî serokatîya yektîya kurdên Qazaxstanêye “Berbang”-ê,  kirîye. Nava salên dirêjda bi înîsîyatîva wî, cêrge teşkîldarîyên dîyaspora kurdaye bona pêşxistina çanda miletîyê hatine derbazkirinê.

Em, xebatkarên beşa axaftinên radyoya Ermenîstanêye kurdî serxweşîyê didine qewim- pismam, heval-hogir û malbeta Kinyazê Îbrahîm. Bila serê wan saxbe, bira  miletê kurd saxbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button