Sereke

Welatîyên ku ji Rûsîyayê tên Ermenîstanê gerekê li cem wan çi hebe

Heger welatîyên Rûsîyayê dixwezin nava têrîtorîya Gurcistanra, bi avtomaşînê, bêne Ermenîstanê li cem wan gerekê dokûmêntên îzbatkirî hebin. Ew qanûn usa jî bona welatîyên Ermenîstanêye, yên ku wî cûreyî diçine Rûsîyayê. Derheqa wê yekêda wekîlê  baylozxana Ermenîstanêye li Rûsîyayê Aram Tananyan gotîye. Welatî gerekê li ser sînorê tevî Gurcistanê têsta koronavîrûsê raberkin, ya nava 72 sehetada, lê piştî 72 seheta gerekê têsteke mayîn teslîmkin. Heger usa nekin, ewê anegorî qanûna Gurcistanê bi 2OOO larî bêne cirmkirinê. Pêşîya ketina li wî welatî gerekê yan bi zimanê  gurcikî, yan jî înglîzî înformasîyayên derheqa xweda bidin. Li ser posta êlêktronî kod tê şandinê, kîjanê gerekê li ser sînor raberkin.Usa jî gerekê adrêsa mayînêye li Gurcistanê raberkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button