Pêwîste ku herdu nava jî bidine xebatê, Qerebaga Çîya û Arsax: Davît Babayan
Pêwîste ku herdu nava wî bidine xebatê, Qerebaga Çîya û Arsax. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye wextê ku ewî bersiva pirsa NEWS.am-ê daye, ya derheqa wê yekêda, wekî Adirbêcan bi hemû cûreyî dicêribîne têrîtorîyayên dagirkirî çawa Qerebag navke û heyîna Qerebagê, li kîderê ermenî dijîn, biavêje plana duem û bi wê yekê qewimandina dide feşkirinê.
“Bi cêografî jî Arsax û Qerebag hev nagrin. Qerebag femdarîya diha berfirehye, piranîya Arsaxê, Ûtîkê, piranîya Syûnîkê, temamîya Zangêzûrê û beşeke Nexçêvanê, dikeve nava Qerebagê.
Herdu nav jî yên ermenîye dîrokîne û usa hatîye stendinê, wekî em borcdarin herdu nava jî bidine xebatê, dixwezî ew Qerebaga Çîyabe, dixwezî Qerebaga Jêrinbe, dixwezî Arsaxbe. Komara Arsaxê mîrata Qerebagê û Arsaxêye. Wî çaxî ne Adirbêcan ne jî Tirkîya hebûn. Bi wê fikirê “pêşkêşkirina” Qerbagê tiştê qebûlkirinê nîne û ew yek usa jî derheqa navê Arsaxêdane”,- Davît Babayan gotîye.