Sereke

Sebira me jî dikare serhevda bê:wezîrê Ermenstanêyî parastinê gotîye sêkrêtarê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv

9-ê tebaxê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Arşak Karapêtyan sêkrêtarê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv Stanîslav Zas qebûl kirîye.

Wextê hevdîtinê, xeberdan derheha halê li ser sînorê ermenîya-azêrîyada çûye. Wezîr gotîye wekî Ermenîstan dicedîne bi rîya edil vê pirsê helke.

“Bi wê yekêva tevayî sebira me jî dikare ser hevda bê û heger halê li ser sînor pêşdahatî bi rîya edil neyê rastkirinê, mafê me heye ku em pirsê bi qewatê helkin”,-wezîr gotîye.

Karapêtyan yazixî elam kirîye, wekî mêxanîzmên  organîzeyêye anegorî halê krîzîsê û qebûlkirina qirara anegorî dewekarîyên halê pêşdahatî nînin.

Paşê katibê organîzeyê gotîye wezîrê Ermenîstanêyî parastinê, wekî îsal 15-ê îlonê li Duşembê wê civînên wezîrên welatên organîzeyêye karên der û sêkrêtarên şêwirên bêqezîyabûnê derbazbin, wextê kîjanê serokatîya organîzeyê derbazî Ermenîstanê dibe.

16-ê îlonê serokatîya organîzeyê dikeve ser Ermenîstanê, lê Stanîslav Zas jî 9-ê tebaxê hatîye Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button