Sereke

Gelo seredana Zas wê guhartina bike nava tabîyên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv?

Seredana dêlêgasîya bi serkarîya sêkrêtarê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve li Ermenîstanê du roja kişand. Sêkrêtarê organîzeyê rastî borcbirê wezîrê karên der Armên Grîgoryan û serokê ofîsa şêwira bêqezîyabûnê Hayk Pêtrosyan hatîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku nava doranên sîyasîda  fikirên çawa hene ku seredana li Ermenîstanê bi çi meremî hatîye teşkîlkirinê, cûre-cûrene.

Sêkrêtarê organîzeyê Stanîslav  Zas piştî du elametîyên balkêş hatîye Ermenîstanê. Bi ya ewlin, sêkrêtarê organîzeyê elam kiribû, wekî halê sertî li ser sînorên ermenîya-azêrîya «bûyara sînor e» û ne anegorî qanûndarîya organîzeyêye. Zas dabû zelalkirinê, wekî potênsîyala organîzeyê tenê wextê agrêsîyayê tê xebitandinê.

Zas usa jî bi razîbûn gotibû, wekî başe ku kuştî tunebûne. Feqet piştî agirkirina îdî kuştî hene. Wî çaxî Zas ew yek çawa tiştê qebûlnekirinê hesab kiriye û xemgînî elam kiriye.

Rûbên Safrastyanê tirkzan çend menîya pêşda dikişîne, ku bona çi Zas hate Ermenîstanê. Ewî daye dîyarkirinê, wekî girêdayî tabîya Ermenîstanêra, ya hindava tabîya organîzeyêda, nerazîbûn hene. Safrastyan gotîye wekî gerekê bawarî hebe, wekî serokê organîzeyê gerekê wan nerazîbûna gotûbêjke û halê sert bide sistkirinê.

Bi fikira Hakob Badalyanê sîyasîzan, seredanê tabîya organîzeyêye hindava pirsên Ermenîstanê neguhêre.Badalyan gotîye wekî organîze nikare borcdarîya bêqezîyabûnê mîyserke, çimkî pêwandyên wêye tevî Adirbêcanê hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button