Sereke

Pêrspêktîvên hevkarîya di navbera komîtêya Ermenîstanêye lêpirsînê û byûroya ŞAY-ye lêpirsîna wê berfirehbin

Cîgirê serokê komîtêya Ermenîstanêye lêpirsînê Arsên Ayvazyan 9-ê tebaxê rastî wekîlê byûroya ŞAY-ye lêpirsînaye federal Hîdêr Bêrgî hatîye.

 Hatîye ragîhandinê, wekî Arsên Ayvazyan razalixî elam kirîye bona wê yekê, wekî ew hevdîtin hatîye derbazkirinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî hema destpêkêda jî hevkarî di navbera herdu îdarada hebûye, wextê kîjanê pevguhartina cêribandinêye baş hatîye mîyasekirinê. Hîdêr Bêrgî bona qebûlkirinê razalixî elam kirîye û gotîye wekî pêşerojêda pêrspêktîvên hevkarîyê wê diha berfirebin.

Ji komîtêya Ermenîstanêye lêpirsînê elam kirine, wekî wextê hevdîtinê dorana pirsaye berfireh, yên bona herdu alîya hewaskar, hatîye gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button