Sereke

Stanîslav Zas hêvîdare, wekî wextê serokatîya Ermenîstanêye nava Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda, wê gavên baş bêne avîtinê

Sêkrêtarê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv Stanîslav Zas ji hevdîtinên li Yêrêvanê razîye. Ewî gotîye, wekî hevdîtinên xebatê yên kardar bûne, û ew nava atmosifêra aminayê û bêqelpîyêda derbaz bûne.Sêkrêtarê sereke gotîye, wekî ew hêvîdare ku wextê serokatîya Ermenîstanêye nava organîzeyêda wê gavên baş bêne avîtinê.

«Ermenîstan ne tenê bi gotinên xwe, lê bi karê xwe jî hewaskarîya xwe daye kifşê, bona ku kardarîya sîstêmê bê bilindkirinê. Ew yek nava xebata tevayîda tê kifşê. Bi hesabhildana wê yekê, em hêvîdarin wekî wextê serokatîya Ermenîstanêye nava organîzeyêda gavên konkrêt wê bêne avîtinê, bona ku opêratîvîya organîzeyê bê bilindkirinê»,- sêkrêtarê organîzeyê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button