Sereke
Em dikarin hesabkin,wekî şuxulkarîya dayîna sîlihaye bona Ermenîstanê îdî destpê bûye
Wextê hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Arşak Karapêtyan û wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Sêrgêy Şoygû, dawîya hevdîtinê, Sêrgêy Şoygû dîyarî pêşkêşî Arşak Karapêtyan kirîye û gotîye: «Em dikarin hesabkin,wekî şuxulkarîya dayîna sîlihaye bona Ermenîstanê îdî destpê bûye».
Duh seredana wezîrê Ermenîstanêye parastinêye xebatêye li Fêdêrasîya Rûsîyayê ser hevda hatîye. Pêşda Arşak Karapêtyan tevî wezîrê Rûsîyayêyî parastinê, gênêral Sêrgêy Şoygû qise kirîye, lê paşê hevdîtina berfireh derbaz bûye.