Sereke

Ew gotinên Bekûyê yên nerastin, wekî anegorî elametîya sêalî pareskerên ermenî gerekê ji Qerebagê derkevin: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye, kîjanê em raber dikin:

«Van rojên dawî hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî kirinên xweye provokasîyon, çawa dijî hêzên Ermenîstanê, usa jî dijî hêzên  Eskerê Arsaxêye Parastinê, aktîv kirine. Gundên Ermenîstanê û Arsaxê hatine hedefkirinê. Alîyê azêrîya ji alîkîva dicêribîne kirinên xweye agrêsîv veşêre û alîyê ermenî nava  teribandina elametîya 9-ê mijdrêda gunehkar bike, lê ji alîkî mayînva jî elametîya 9-ê mijdarê eşkere fehş dike.

Em dibêjin, wekî xala elametîya 9-ê mijdarêye ewlin zelal dibêje: «…alî li ser tabîyên xwe bisekinin». Feqet, hêzên azêrîya piştî  mehekê êrîşê dibin li ser gundên nehîya Hadrûtê, li kîderê ew gund dagir kirine, leşkerên ermenî kuştine û dîl hildane. Niha jî alîyê azêrîya dicêribîne bi sîlihên cûre- cûre, nava wanda usa jî bi dirona, tabîyên nû zeftke.

Mesela wî cûreyî hema li nêzîkî gundên Mxîtaraşênê û Şoşê qewimîye. Ew gotinên alîyê azêrîya, wekî elametîya 9-ê mijdarê têra dibîne ku pareskerên ermenî ji Qerebagê gerekê derkevin, derewa eşkere ye.

Eskerê Arsaxê, yê ku salên 9O-î ji alîyê cimeta Arsaxêda hatine sazkirinê û nava van 3O-î salên dawîda garanta bêqezîyabûnêne, roja îroyîn tevî aşîtîparêzên rûs bêqezîyabûna cimeta Arsaxê û mafê jîyanê çareser dikin.Bêyî eskerê Arsaxêyî parastinê cimet nikare li wir bimîne, û ssênara derxistina eskere ji Qerebagê ssênara valakirina Arsaxê ye.

Nava elametîya 9-ê mijdarêda tenê hatîye dîyarkirinê,wekî hêzên ermenî gerekê ji nehîyên dora Qerebagê bêne derxistinê, derheqa kîjanada nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê.Alîyê ermenî ev hemû xalên elametîyê mîyaser kirîye, lê Adirbêcanê cêribandîye li têrîtorîyayên Ermenîstana  serbixwe pêşda bê û tabîyên xwe çê dike.

Ji 12-ê gulanêda destpêkirî,  rûyê kirinên dijî Ermenîstanê, meriv hatine kuştinê û bêqezîyabûna herêmê ketîye bin qezîyayê.

Em hêvîdarin, wekî destpêbûna şuxulkarîya koma Mînskêye bona helkirina pirsgirêka Qerebagê wê elametîya 9-ê mijdarê û 11-ê meha çile bide mîyasekirinê, rêjîma agirbestê bidine xweykirinê, eskerên azêrî wê ji têrîtorîya Ermenîstana serbixwe derkevin, dîlên ermenîye leşkerî wê bêne paşdavegerandinê, bi saya çi jî qewil  saz dibin ku aşîtî û bêqezîyabûna herêmê bêne çareserkirinê».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button