Sereke

Şoygû elam kirîye wekî Rûsîya hazire nava pirsa modêrnîzasîyakirina hêzên Ermenîstanêye sîlihkirîda piştgirîyê bide

Wezîreta Rûsîyayêye parastinê derheqa wê yekêda elam kirîye, wekî hazire nava pirsa modêrnîzasîyakirina hêzên Ermenîstanêda piştgirîyê bide.Derheqa wê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Sêrgêy Şoygû, wextê hevdîtina tevî wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Arşak Karapêtyan, gotîye.

“Em  girîngîyê didine pêşkeftina hevkarîyêye nava goveka leşkerîda, çawa bi formata dualî, usa jî nava doranên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda.Em usa jî hazirin piştgirîya bona werguhastinên hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî berdewam bikin”,-Şoygû gotîye.

Ewî gotîye, wekî baza leşkerîye 1O2-ye li Ermenîstanê, ya ku gelekî baş sîlihkirîye, garanta bêqezîyabûnê ye.

Şoygû Arşak Karapêtyan, çawa wezîrê Ermenîstanêyî parastinê, pîroz kirîye û daye dîyarkirinê, wekî qulixa wî wî çaxî ye, wextê ku nava goveka parastinêda pirsên werguhastinaye giran hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button