Sereke

Bi fikira şiroçî, Rûsîyayê bicêribîne eskerê ermenî bighîne dereca eskerê rûs

Bi fikira şiroçîyê leşkerî-sîyasî Mihêr Hakobyan, Rûsîyayê bicêribîne modêrnîzasîyakirina eskerê ermenî bighîne dereca eskerê rûs, bi hesabhildana halê piştî şêr û yê  gêopolîtîkîyî li herêmê.

Bi şirovekirina wê pirsê, ku Rûsîyayê çi cûreyî tevî wê prosêsê bibe û gilî derheqa kîjan werguhastinadane, Mihêr Hakobyan daye zelalkirinê, wekî bi texmîn werguhastinên serkarîkirinê, çareserkirina parastina hewê û usa jî modêrnîzasîyakirina govekên mayîn wê bêne kirinê.

Xêncî wê yekê, Rûsîyayê bicêribîne zyana Ermenîstanêye nava şerê derbazbûyîda bide dasekinandinê.

“Em fem dikin, wekî bi parevekirina sînorên hemcîhanî, Rojavayê, paşê jî Ermenîstanê Rûsîya hiştin. Nava qewilên vî cûreyîda Rûsîya welatê me çawa zona hukumê xwe qebûl dike, nenihêrî wê yekê ku serkarîya  Ermenîstanê kî ye. Bi hesabhildana vê yekê, pirsa modêrnîzasîyakirina eskerê ermenî tê danînê”,- Hakobyan gotîye.

Bi gotina şiroçî, hetanî niha eskerê ermenî, eskerê  cûrê yê Sovyêtêyî baş bû.

Bi fikira Mihêr  Hakobyan, hêzên Rûsîyayê anegorî pêşdaçûyînên hemcîhanî, dicêribînin têknolocîyên modêrn bidine xebatê û nava wê hemtêkstêda dicêribînin nava hêzên Ermenîstanêda jî werguhastina bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button