Ermenîstan hîvîya pêşnîyarên konkrêt e, ku tevî Adirbêcanê hevraxeberdanên edil destpêke
Ermenîstan hîvîya pêşnîyarên konkrêt e, ku tevî Adirbêcanê hevraxeberdanên edil destpê bike.
Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr, wextê civîna hukumatê, gotîye: “Bona vekirina sedsala edile pêşdaçûyînê, ya bona Ermenîstanê, Arsaxê û herêmê, mandata ji alîyê cimeta meda stendî cabadrîyê dide ser hukumatê. Bona helkirina vê pirsê, em gerekê aktîvbin. Nava vê rojevêda gerekê helkirin bêne dîtinê”,- Paşînyan gotîye.
Bi gotina wî, hene pirsgirêk, kîjana dikarin diha lez helkin, helkirina kîjana diha zêde wede dixweze, lê gerekê derheqa çûyîna berbi helkirina pirsa bifikirin.
“Ji wan pirsa yek jî, kîjanê dikarin lez helkin, vekirina rêyên herêmê ye, rojeva vekirina rêyên herêmê, û ez difikirim, wekî nava formata xebatên dereca cîgirên serekwezîra, gerekê aktîv bixebitin”,- Paşînyan gotîye.
Ewî serda zêde kirîye,wekî tabîya Ermenîstanêye derheqa kifşkirina sînorada nehatîye guhartinê. Serekwezîr gotîye, wekî wî alîda jî gerekê xebat bêne aktîvkirinê.