Sereke

Cêribandinên Adirbêcanêye bona valakirina Arsaxêye ji ermenîya hatine teriandinê: Davît Babayan

Halê leşkerî-sîyasîyî li Arsaxê ji alîkîva cudaye, lê bi tomerî hildayî edile.

Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan, wextê xeberdana derheqa bûyarên li ser sînorên arsaxîya-azêrîya, gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew yek girîng nîne ku sîlihên çawa dijî Arsaxê dane xebatê, çimkî li heremê  armanc hîmlî yê pisîxolocî û gêopolîtîk ye, lê ne ku yê leşkerî ye.

«Eva sîyasîya pircûre ye. Merem ew e ku Arsaxê ji ermenîya bidine valakirinê. Feqet, heger Arsax  ji ermenîya tê valakirinê, wî çaxî halekî başqe ne tenê li Qafqasîyayê, lê usa jî li temamîya herêma Qafqasîya Bakûr, Rojihilata Navîn, Asîya  Navîn, dor-berên Volgayê, li dora behra Reş pêşda tê»,-Babayan gotîye.

Bi gotina wî, Adirbêcan bi mecalên leşkerî û mecalên başqe dicêribîne bi pisîxolocî hukumî li ser  ermenîyên Arsaxê bike bona ku meriv gumana xwe bibirin û nexwezin li Arsaxê bijîn, lê ew cêribandin hatine teribandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button