Ofîsa Mesûd Barzanî 75-salîya damezirandina Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk pîroz dike
Ofîsa lîdêrê kurd Mesûd Barzanî 75-salîya damezirandina Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û usa jî rojbûyîna Mesûd Barzanî pîroz kirîye.
“Girêdayî 75-salîya damezirandina partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û usa jî roja bûyîna Mesûd Barzanîyê lîdêrra, em pîrozbahîyê xwe raberî Mesûd Barzanî û temamîya xebatkarên partîyayê, cimeta Kurdistanê, malbetên şihîda, pêşmerga, hemû hêzên bêqezîyabûna Kurdistanê û komên mayîn dikin”,-nava elametîya ofîsêda hatîye gotinê.
“Em hêvîdarin, wekî ev bûyara mezin wê bibe kanîya gulvedana Herêma Kurdistanê, yekîtîya di navbera hemû partîyayên li Kurdistanê”.
Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk 16-ê adara sala 1946-a, ji alîyê Mistefa Barzanîda, bavê lîdêrê partîyayêyî niha Mesûd Barzanî, li bajarê Kurdistana Îranêye Mehabadê hatîye damezirandinê. Piştî sazbûna partîyayê şerkarîya sîlihkirî dijî rêjîmên rêprêsîv, bona mafê otonomîya kurda, destpê bûye.