Sereke
Derewa ku her dem tê wekilandinê, nabe rastî: Artak Bêglaryan bersiva Îlham Elîyêv daye
Wezîrê Arsaxêyî dewletê Artak Bêglaryan bersiva elametîyên serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêve van dawîya daye. Armênprêssê ragîhandîye, wekî Artak Bêglaryan bersiva gotinên Elîyêve wextê hevpeyvîna tevî “CNN Turk ”-ê daye. Ewî nivîsîye:
“Derewa ku her dem tê wekilandinê, nabe rastî. Niha li Arsaxê 12O OOO binelî hene, lê ne ku 25 OOO. Arsaxê tu cara nebe beşeke Adirbêcanê, derheqa wê yekêda bîrkin. Em hêvîdarin, wekî civaka navnetewî wê bersiva xwemikurhatina Elîyêv bide, wekî Adirbêcanê şer destpê kirîye”.