Sereke
ŞAY gerekê hemû mecala bide xebatê bona ku agrêsîya Elîyêv bidine sekinandinê:Paloûn

Kongrêsmênê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Frênk Paloûn rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye wekî dêpartamênta ŞAY gerekê hemû mecala bide xebatê ku agrêsîya Adirbêcanê bidine sekinandinê.
“Sala par, wextê şerê Arsaxê û piştî wî şerî, gunehkarkirinên derheqa Ermenîstanêda hatine bihîstinê û ew yek hema mînaka bawarnekirina Elîyêve. Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî gerekê herdu alîya gunehkar neke, dema ku xûnrêtinê û neqewînbûna li herêmê gunehkar dike. Dêpartmênta dewletê gerekê hemû mecala bide xebatê, ku agrsîya Elîyêv bidine sekinandinê”,- Paloûn nivîsîye.