Sereke
Adirbêcanê berbi tabîyên ermenîye li Sotkê agir kirîye: li alîyê azêrîya kuştîk û birîndarek heye
17-ê tebaxê, ji seheta 14:45 destpêkirî, hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî bi çekên cûre- cûre agir barandine ser tabîyên sînore alîyê Gêgarkûnîkê, bi taybetî li beşa Sotkê, rûyê çida qulixçîkî ermenîyî leşkerî birîndar bûye.
Wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirîye, wekî bona jîyana qulixçîyê birîndarbûyî qezîya tune.
Anegorî înformasîyayên seheta 16:3O-î, agirkirin berdewam bûne. Nava encamên bersivdayîna alîyê ermenî li alîyê azêrîya kuştîk û birîndarek hebûne.