Sereke

Ermenîstanê serbixwetî û yekîtîya têrîtorîyayên xwe û mafê xweqirarbûna cimeta Arsaxê biparêze: wezîreta karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der bi elametîyêva pêşda hatîye, kîjanêda derheqa kirinên hêzên Adirbêcanêye provokasîyonda, yên 16-17-ê tebaxêda  daye dîyarkirinê.

“16-ê tebaxê hêzên azêrîyaye sîlihkirî li beşên sînorê Ermenîstanêye li Yêrasxê, beşa qeza Syûnîkêye gola Reş û qeza Gêgarkûnîkê gavên provokasîyon avîtine û binelîyên gundên nêzîkî sînor kirine hedef. Agirkirinên azêrîyaye li qeza Gêgarkûnîkê 17-ê tebaxê jî berdewam bûne.

Rûyê agirkirinada 16-ê tebaxê qulixçîyê Ermnîstanêyî leşkerî Vahan Tatosyan, lê li alîyê Gêgarkûnîkê qulixçîyê leşkerî Arman Hakobyan hatine kuştinê.

17-ê tebaxê qulixçîkî leşkerîyî mayîn jî birîndar bûye.Em serxweşîyê didine malbetên wan qulixçîyên leşkerî û birîndarara qencbûna lez dixwezin.

Tiştekî ber çevaye wekî ev kirin tevî gefxwerinên serokatîya Adirbêcanêye dijî yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê û Arsaxê tên mîyaserkirinê.

Em bi cûrê berk van kirina gunehkar dikin, meremê kîjana ewe ku êskalasîyayê pêşda bînin. Ew bona wî meremîne, ku hevraxeberdanên nava dorana hemsedirtîya koma Mînskêda destpê nebin û usa jî şuxulkarîya vekirina rîya neyê mîyaserkirinê.

Komara Ermenîstanê wê serbixwetî û yektîya têrîtorîya û mafê cimeta Arsaxêye xweqirarbûnê, usa jî jîyana li welatê xwe biparêze”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button