Sereke

Serekwezîrê Îraqê li gundê Koço qesidîye ku qedirê bîranîna cangorîyêyn komkujîya êzdîya bigre

Serekwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî li gundê Koço, li Şengalê, qesidîye ku qedirê bîranîna cangorîyên komkujîya êzdîyaye ji alîyê DAÎŞ-da mîyaserkirî bigre.

 Sala 2O14-a DAÎŞ-ê piranîya têrîtorîya Îraqê dagirkir, nava wanda usa jî nehîyên Şengalê, li kîderê bi seda meriv hatine kuştinê û ji  6OOO zêdetir jî hatine revandinê.

Tenê li gundê Koço têrorîstên DAÎŞ-ê nêzîkî 4OO mêrî kuştine û  nêzîkî hezarî jin û zarok revandine.

Hatîye ragîhandinê, wekî serekwezîrê Îraqê li gundê Koço qesidîye, li kîderê bi massayî merivên kuştî hatibûne binaxkirinê.

“Em îro tevî wene ku xirabkarîyên DAÎŞ-ê û wê êşê bîr bînin, ya ku gihîştîye we.Ev êş wê me li ber têrorîzmê qewîn bike”,-Kazimî gotîye.

“Tu tişt wê pêşîya me negire ku em welatê xwe bidine dasekinandinê û qedirê pircûretîya sîyasî, êtnîkî û dînî bigrin. Trajêdîya êzdîya gerekê newekile û dewlet gerekê lawên xwe biparêze”,- Mistefa Al Kazimî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button