Sereke

Eskerê werguhastî, sîyasîya dere aktîv: serekwezîr pirsên goveka bêqezîyabûnê raber kirine

Nava bernama şuxulkarîya hukumatêda guhdarîya cuda tê danînê li ser pirsên bêqezîyabûnê.

Bi gotina serekwezîr, faktora ewline sereke çareserkirina bêqezîyabûna Ermenîstanêye û nava wê yekêda pirsa girîng modêrnîzasîyakirina eskere. Serekwezîr usa jî sîyasîya dere aktîv girîng hesab kirîye.

Faktora girînge mayîn ewe, wekî Ermenîstan endama tifaqa ermenî-rûsîye û usa jî endama Organîzeya  Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve.

“Nava alîyên sîyasîya meye derda em cîhekî girîng didine sîyasîya herêmêye der. Ez gerekê bêjim, wekî bona  qewînbûn û aşîtîya herêmê, serkarîkirina atmosifêra dijminatîyê û altkirina wê pêwîste. Aşîtîya herêmê û qewînbûna wê em hesab dikin stratêcîya xweye wededirêj”,-Paşînyan gotîye.

Bi gotina wî li ser çareserbûna bêqezîyabûnê usa jî hemsedirtîya koma Mînskê dikare hukum bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button