Sereke

Paşînyan hazirîya derheqa destpêkirina hevraxeberdanên bin bandora hemsedirên koma Mînskêda îzbat kirîye

Pirseke hukumata Ermenîstanêye sereke dîsa helkirina pirsgirêka Qerebagêye.

Armênprêssê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda Paşînyanê serekwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.

Paşînyan bîr anîye wekî xerîta rêye 18-ê mijdara sala 2O2O-î derheqa wê yekêda dibêje, kîjanêda hatîye gotinê, wekî  jîyana Qerebagê gerekê bê dasekinandinê û şuxulkarîya hevraxeberdanaye nava dorana koma Mînskêda gerekê bê mîyaserkirinê.

Paşînyan bi razîbûn gotîye,wekî koma xebatêye bona vekirina rêyên herêmê îdî şuxulkarîya xwe daye dasekinandinê.

Bi xeberdana derheqa kifşkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda ewî gotîye, wekî nava vê pirsêda Ermenîstanê çend cara tabîya xwe daye dîyarkirinê û dîsa li ser wê tabîyêye.

Paşînyan gotîye, wekî li Qerebagê, bona dasekinandina jîyana edil, îdî bahê 7O mîlîyard diramî bername hatine mîyaserkirinê û ew bername hê berdewamin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button