Sereke

Ermenîstan hazire tevî Tirkîyayê heleqetîyên bêyî tu qewil-qirara îzbate

Nava beşa bernama hukumata Ermenîstanêye sîyasîya derda, pirsa derheqa heleqetîyên tevî Tirkîyayê heye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan mînanî berê hazire tevî Tirkîyayê heleqetîya îzbatke.

“Tunebûna heleqetîyên dîplomatîye di navbera  Ermenîstanê û Tirkîyayêda, sînorên dergirtî, tevbûna Tirkîyayêye tevî şerê 44 roje hukumê xirab li ser aşîtîya herêmê û pêşdaçûyîna wê dihêle. Ermenîstan mînanî berê hazire bêyî tu qewil-qirara heleqetîyên xwe tevî Tirkîyayê îzbatke, û ew yek bona berjewandîyên herêmêye. Bi pêşdaçûyîna bêyî tu qewil-qirara, alî gerekê atmosifêra aminayê sazkin û bere-bere heleqetîyên dualî îtzbatkin”,-nava bernamêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button