Sereke

Paşînyan li Qirqizstanê tevî civîna şêwira Avrasîyayêye ortehukumatîyê bûye

Xebatên civîna şêwira Yektîya Avrasîyayêye êkonomîkîye ortehukumatî berdewam dibe.Wextê civînê usa jî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi xeberdan pêşda hatîye.

Serekwezîrê Ermenîstanê hazirkirina prînsîpên goveka transportêye tevayî girîng hesab kirîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî anegorî dokûmênta pêşdakişandî, têra tê dîtinê sîstêma Avrasîyayêye sivderên transportê bê pêşxistinê.

Serekwezîr gotîye wekî wextê prosêsa nexweşîya koronavîrûsê bona cîguhastina barên pêwîst, sivderên kesk hatine vekirinê.Paşînyan gotîye, wekî xebitandina mecalên ênêrgêtîkî wê alî bêqezîyabûna ênêrgêtîkî, ya welatên endamên yekîtîyê bike.

«Em li ser wê fikirêne wekî beşeke pêşkeftina  Yekîtîyê xebata zelale, ya ku bona sazbûna sûka neftê û  matêrîyalên ji neftê çêkirî ye. Xebitandina potênsîyala ênêrgêtîkî dikare bersiva qewînkirina bêqezîyabûna ênrgêtîkî û qewînkirina pêşkeftina êkonomîkayên welatên me bide»,- Paşînyan gotîye.

Ewî bi guman elam kirîye, wekî wî alîda xebatên çêkirinê wê berdewambin. Pênc prînsîp bi hevra hatine qayîlkirinê, li ser hîmê kîjana sûka tomerî dikare bê sazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button