Sereke

Encûmana Rojavayê bangî Rûsîyayê kirîye ku êrîşên Tirkîyayê bidine sekinandinê

Encûmana Sûrîyayêye Dêmokratîk, ya ku serkarîya Rojavayê dike, elam kirîye, wekî nava êrîşên tirkaye van axirîyada Rûsîyayê gunehkar dike.

Nava elametîyêda encûmanê êrîşên van axirîyaye ser Rojavayê gunehkar kirîye û hesab kirîye, wekî Rûsîya bona wê yekê cabdare. Ewê bangî Rûsîyayê kirîye, ku êrîşên Tirkîyayê bidine sekinandinê, çimkî Rûsîya anegorî qayîlnivîsarê garanta wê yekêye.Hatîye dîyarkirinê, wekî ew bangî civaka navnetewî dikin û elam dikin, wekî Tirkîya qanûnên navnetewî diteribîne û qezîyayê bona aşîtîyê û bêqezîyabûnê pêşda tîne.

Em bêjin, wekî van axirîya Tirkîyayê êrîşên xweye li bakûrê Sûrîyayê zêde kirine û rûyê wê yekêda li cem Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî jî nerihetî pêşda hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button