Sereke

Mesûd Barzanî: Kurdistan û Afganistan ji hev cudane

Di navbera Kurdistanê û Afganistanêda firqîke mezin heye û meriv nikare hêzên pêşmerga himberî eskerê afgan bike. Derheqa wê yekêda lîdêrê kurd Mesûd Barzanî gotîye.

Serokê Kurdistana Îraqêyî berê bi elametîyêva pêşda hatîye bona ku înformasîyayên sîyasîye neraste nava prêssayêda belavbûyî bide rastkirinê, yên ku pêşeroja Kurdistanê dikine bin şikberîyê û Afganistanê himberî Kurdistanê dikin, ya ku hevtîya derbazbûyî ji alîyê talîbada hatîye dagirkirinê.

Behsên derheqa wê yekêda ku heger Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ji Kurdistanê herin û yazîya kurda jî wê bibe ya afgana, nerihetî nava civakêda pêşda anîne.

Mesûd Barzanî analîza halê wî cûreyî înkar kirîye û gotîye, wekî Kurdistan ew milete, yê ku dikare gavên anegor biavêje û hêzên pêşmerga jî dane kifşê, wekî ew dikarin miletê xwe nava halê dijwarda biparêzin.

Mesûd Brzanî daye dîyarkirinê, wekî serkeftinên dîrokîye girîng, nava wanda şerê dijî DAÎŞ-ê û yê li Pirdê, dema ku rezedilvanên şihîya sala 2O17-a dicêribandin Kurdistanê dagirkin, şedetîya wê yekê didin, wekî meriv nikare eskerê Kurdistanê û  eskerê Afganistanê himberî hev bike.

«Ez dixwezim cimeta Kurdistanê bidime bawarkirinê, wekî halê li Kurdistanê ji halê her dera cuda dibe. Li cem me hêzên pêşmergaye şerkar hene û em ew miletin, yê ku xwestin û îşê xwe dide kifşê»,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button