Sereke

Mêtyû Tyûllêr: koordînasîya di navbera pêşmrga û hêzên fêdêralda pêşkeftinê dide kifşê

Baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî li Îraqê Mêtyû Tyûllêr elam kirîye, wekî koordînasîya di navbera hêzên pêşmerga û eskerên Îraqêda progrêsa kifş tîne ber çeva û serda zêde kirîye, wekî ev koordînasîya bona kontrolkirina wan nehîya pêwîste, li kîderê komên DAÎŞ-ê  aktîvin.Bayloz usa jî daye dîyarkirinê, wekî welatê wî vê prosêsê silav dike, û ew dixwezin ku ev koorînasîya bê çareserkirinê, piştgirîyê bidine wê yekê, bona ku cimeta Îraqê biparêzin.

Hêzên amêrîkî bi teweqekirina hukumata Îraqê li wirin bona ku DAÎŞ-ê bidine tunekirinê»,- ewî gotîye. Tyûllêr daye dîyarkirinê, wekî hêzên îraqî dikarin mîsîya şerê dijî DAÎŞ-ê ser hevda bînin, çimkî niha îdî êtapa wê yekêye dawîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button