Endama koma Ermenîstanêye kişikçîyên jin, Êlîna Danîêlyan bûye çêmpîyona Avropayêye sala 2O21-ê. Nava êtapa dawîda, Êlîna Danîyêlyan wextê lîstika tevî kişikçîya ji Êstonîyayê Narva Mayê ser ketîye.
Fêdêrasîyona Ermenîstanêye kişika elam kirîye, wekî ev serkeftin nava dîroka Ermenîstana serbestda açixîya ewline.
Danîêlyanê usa jî destûra bona lîstika fîncana hemcîhayî stendîye.