Sereke

Dew-doz hê helkirî nîne, çimkî statûsa Qerebagê hê nehatîye qirarkirinê: Lîn Trêysî

Bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê Lîn Trêysî difikire,wekî encamên şerê Qerebagêyî dawî hê nehatine altkirinê, dew-doz hê helkirî nîne, çimkî hetanî niha pirsa statûsa Qerebagê nehatîye helkirinê.

“Emê çawa hemsedira koma Mînskê bixebitin û bicedînin berbi  dêêskalasîyayê bona pirsên mayîn bêne helkirinê û pirsgirêk bi temamî bê helkirinê”,- wextê qisa tevî rojnamevana , Lîn Trêysîyê gotîye.

Bi xeberdana derheqa bûyarên li ser sînor, Lîn Trêysîyê gotîye wekî ewê fikira xwe elam kirîye û tabîya dewleta wê jî çend cara hatîye elamkirinê: “Meha tîrmehê ez çûme li beşeke sînore li qeza Gêgarkûnîkê, li kîderê li ser sînor tişt qewimîbû û ez dixwezim zelal bêjim, wekî em bang dikin ku alî berbi dêêskalasîyayê herin û terka zordarîya bidin”, Lîn Trêysîyê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button