Sereke

Kifah Mehmûd:Îraqêra hêzên şerkar nelazimin, lê pêşezan û konsûltant pêwîstin

Şêwirmendê lîdêrê kurd Mesûd Barzanî, yê alîyê prêssayêda, Kifah Mehmûd gotîye, wekî ew yek neraste ku Afganistanê û Îraqê himberî hevkin û serda zêde kirîye, wekî pirsgirêkên Afganistanê û Îraqê ji hev gelekî cuda dibin.

“Derxistina esker anegorî girafîka amêrîkîye, çimkî Îraq niha hewca hêzên şerkar nîne, çimkî niha bona wê tenê pêşezanên têknîkî û şêwirdar lazmin û ewê piranîya wedê xwe li bazayên îraqî derbazkin, dixwezî ew hêzên hewêbin, yan jî yên li ser erdêbin”,- Mehmûd gotîye Basnews-ê.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî hevkarîya tevî amêrîkîya û koalîsîyona navnetewî wê berdewambe,çimkî têrorîzm hê heye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî hazirîya pêşezanaye li wir bona pêşmerga û eskerên Îraqê piştgirîya girînge.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button