Mihaciren îraqî rûyê neqewînbûna li bajarên xweda paşda vedigerine qampên Kurdistanê
Van axirîya mihacira detpê kirine paşda vegerine qampên li Kurdistanê. Ew ji bajarên Îraqêye cuda-cuda paşda tên Kurdistanê, çimkî li bajarên wan hal qewîn nîne.
Nenihêrî wê yekê wekî hukumata Îraqê hinek gav avîtine ku mihacir paşda herine malên xwe, hinek mihacirên li Kurdistanê nexwestine ji qampa derkevin û dewsa wê yekê ewên ku çûne, paşda vedigerin. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Kurdistanêye karên hundur Hoşang Mehmed gotîye Basnews-ê.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî paşdahatina mihacira hukumekî mezin li ser qampa hiştîye û serda zêde kirîye wekî diqewime qampên li wir nikaribin îdî malbetên ji Îraqê li cem xwe qebûlkin. Wekîlê wezîretê daye dîyarkirinê, wekî girêdayî wê yekêra komîtêya mexsûs hatîye sazkirinê û ewê qirarkin, ku kî dikare paşda vegere qampê, çimkî meriv hene ku malên wan tunene û ew hewcê alîkarîyêne.Teşkîletên navnetewîye hûmanîtarî û xêrkir jî alîkarîya xweye bona qampên li Kurdistanê dane sînorkirinê.Bo wê yekê jî hukumata Herêma Kurdistanê cedandina dide xebatê, ku tevî wezîreta Îraqêye mîgrasîyayê bixebite, bona ku ev malbet bikaribin paşda vegerine malên xwe.