Sereke

Qulixçîyê Adirbêcanêyî leşkerî sîlihê xwe zivirande alîyê me: parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv bi mînaka xwe daye dîyarkirinê,wekî hazirîya azêrîyaye li ser rîya bona mêriv bi rastî qezîyaye.Ewî rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye:

“Hevtîya derbazbûyî em hatine ser wê fikirê,wekî hazirîya qulixçîyên azêrîye leşkerîye li qeza Syûnîkê bona çûyîn- hatina meriva qezîyaye û ew yek mafê çûyîn- hatina aza diteribîne.

Bi taybetî, wextê ku em nav gundên Kapanêra derbaz dibûn, li cîhekî em bi deqekê yan jî du deqa sekinîn, li wan cîha, li kîderê hêzên azêrîya cîhwarkirîne. Me dicêriband  fem bikira, ku wê çi biqewime, heger mesele avtomaşîna kesekî xiravbe û rûyê wê yekêda li wir bisekinin. Em bi avtomaşîna sîvîl bûn. Çawa ku avtomaşîna me sekinî, qulixçîkî azêrîyî leşkerî sîlih hilda û zivirande alîyê me.Piştî deqekê leşkerên azêrîya destpê kirin tevlîhevbin û bikine qîre- qîr,

Em hatine ser wê fikirê, wekî hazirya azêrîyaye li wandera, mafê çûyîn- hatina binelîyaye aza diteribîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button