Sereke

Tirkîyayê opêrasîyona hewêye mezin li rojhilatê Silêmanîyê derbaz kirîye

Wezîreta Tirkîyayêye parastinê elam kirîye, wekî roja sêşemê li ser erdê Herêma Kurdistanê, bi xebitandina 2O teyara, opêrasîyon hatîye derbazkirinê. Serokbajarê Pencwênê Zana Rehman elam kirîye,wekî ew yek nêzîkî sînorê tevî Îranê qewimîye û rûyê wê yekêda nava binelîên cîhda tirs pêşda hatîye. Ewî gotîye, wekî li nehîyên malhebûna gundîtîyê nêzîkî 2O deqeyî derbên ji hewê hatine gîhandinê. Zana Rehman gotîye wekî ew derb ji alîyê dironên tirkada hatine mîyaserkirinê, lê zyana mezin negihîştîye dor-bera.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button