Sereke

Dêlêgasîya pêşmerga bona gotûbêjkirina sazkirina pareskerên tevayî çûye Begdayê

Wezîreta Kurdistanêye pêşmerga dêlêgasîya xwe şandîye Begdayê, bona ku bo sazkirina du pareskerên tevayî hevraxeberdana derbazkin.Derheqa wê yekêda sêkrêtarê wezîretê Cebar Yavar elam kirîye.

Derheqa hevkarîya tevî hêzên îraqî, Yavar daye dîyarkirinê, wekî bona sazkirina şeş merkezên opêratîve tevayî hatîye qirarkirinê, ku du pareskerên tevayî sazkin, bona ku bêqezîyabûna li nehîyên hevraqayîlnekirî bidine çareserkirinê.Ewî usa jî bîr anîye, wekî li wezîreta pêşmerga rêform berdewam dibin, nava doranên kîjanada cedandina didine xebatê, ku pareskerên 7O-ê û 8O-yî bikin yek. Hevtîya derbazbûyî jî cîgirê serokê Kurdistanê Cefer Şêx Mistefa elam kiribû, wekî yekbûna hêzên pêşmerga îdî ser hevda tê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button