Sereke

Paşînyan bersiva wê pirsê daye ku gelo hukumat hazire dewsa şerê nûyî dijî Adirbêcanê têrîtorîya bide

Nîkol Paşînyanê serekwezîr 24-ê tebaxê, wextê raberkirina bernama hukumatêye salên 2O21-2O26-a, bersiva wê pirsê daye ku gelo hukumat hazire bona dûrmayîna ji şerê nû têrîtorîyayên nû bide.

“Heger hukumata me hazir bûya têrîtorîyayên nû bida, wî çaxî qirara derheqa wê yekêda wê nava sê salên dawîda bihata qebûlkirinê.Dora wan topraxa 25 sal hevraxeberdan derbaz dibûn. Nava wî wedeyîda dêlêgasîya ermenî tu cara derheqa wê yekêda nedabû kifşê”,-Paşînyan gotîye û wî cûreyî bersiva pirsa Tîgran Abrahamyanê ji fraksîya “Qedirê min heye” daye.Parlamêntvan derheqa Hîn Taxêr û Xsabêrdêda daye dîyarkirinê, yên ku anegorî elametîya 9-ê mijdarê gerekê bin kontrola hêzên ermenîyada bimana.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button