Sereke
Jonatan Lakot mîsîya xwe ya li Ermenîstanê serhevda tîne

Baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Jonatan Lakot mîsîya xwe, ya li Ermenîstanê, diqedîne. Ewî êdî qulixa nû li wezîreta Fransîyayêye karên der stendîye. Anegorî biryarnama 12-ê tebaxa sala 2O21-ê, Jonatan Lakot, yê ku ji sala 2017 da serkarîya mîsîya dîplomatî kirîye, vedigere wezîreta karên der.
Em bêjin, wekî ji rojên pêşin da, yên mayîna li Yêrêvanê, baylozê Fransîyayê bona pêşdabirina pêwandîyên ermenî-fransî, ji bo pêşxistina zimanê fransîye li Ermenîstanê bi aktîvî xebitîye.