Sereke

Ermenîstanê mîsîya YÛNÊSKO-ê silav kirîye: wezîreta karên der

Ermenîstanê mîsîya YÛNÊSKO-ê silav kirîye û hazire piştgirîyê bide wê yekê, ku ew yek zû bê mîyaserkirinê.Derheqa wê yekêda sêkrêtarê prêssayê, yê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan gotîye, wextê ku ewî elametîya serokê Adirbêcanê şirove kirîye.Gilî derheqa wê yekêdane wekî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv gotîye ku giva Ermenîstan dijî seredana YÛNÊSKO-ye li Qerebagêye. Sêkrêtarê wezîreta Ermenstanêye karên der daye dîyarkirinê, wekî pêwîstîya seredana YÛNÊSKO-ye li Qerebagê hema nava encamên şerê 44 rojeda pêşda hatîye, bona ku li wan têrîtorîyayên ku ketine bin kontrola Adirbêcanê, mîrata ermenîye çandî û dînî ji tunekirinê bê parastinê.Hûnanyan serda zêde kirîye  wekî Adirbêcanê, bi meremê veşartina wan xirabkarîya, nedihşt ku pêşezanên YÛNÊSKO-ê herine Qerebagê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button